Min bihîstî
- Gotin
- Mihemed Şêxo
Beş
Min bihîstî tu nexweş î dilo
Çi bikim bextê min tim reş e dilo
Dilê min herdem bi kule dilo
Carekî nebûye geş e
Beş
Delala min tu pêr tijî dilo
Derdê xwe ji kesî re nabêjî dilo
Benda te mam ez heliyam dilo
Tu kulê xwe kesi re nabêjî
Beş
Nayêm ba te tu li min negrî dilo
Çima wulo tu bê sebr î dilo
Evîna te ez helandim dilo
Ma sozê te heya kengî
Beş
Hêsir ji çavê min tên xwarê dilo
Wek xunava wê biharê dilo
Alem tevde dikevin xewê dilo
Çavê min ji bo te şiyar in.