OpenKurd
← All songs

Em nadin

Region
Botan

Verse

Em nadin em nadin em nadin
Em bûkîka we nadin
Bisk bi têla we nadin
Enîdeqa we nadin
Didanzêra we nadin
Kezîzera we nadin
Heta neyêd gustîlo

Verse

Gustîlo hazir e hazir e hazir e
Bes hêcetan li me bigire
Rêka me gelek dûr e
Yê li ber çemê li Xabûr e
Befrek tê kulîl hûr e
Şîrkêşa şîr hejandin
Defçîyan def dirandin
Berbûyan xwe xemilandin
De bidin me bûkîka me

Verse

Em nadin em nadin em nadin
Em bûkîka we nadin
Bisk bi têla we nadin
Enîdeqa we nadin
Kezîzera we nadin
Enîdeqa we nadin
Heta neyêd poşîyo

Verse

Poşîyo hazir e hazir e hazir e
Bes hêcetan li me bigire
Rêka me gelek dûr e
Yê li ber çemê li Xabûr e
Befrek tê kulîl hûr e
Şîrkêşa şîr hejandin
Defçîyan def dirandin
Berbûyan xwe xemilandin
De bidin me bûkîka me

Verse

Em nadin em nadin em nadin
Em bûkîka we nadin
Bisk bi têla we nadin
Enîdeqa we nadin
Didanzêra we nadin
Kezîzera we nadin
Heta neyêd kembero

Verse

Kembero hazir e hazir e hazir e
Bes hêcetan li me bigire
Rêka me gelek dûr e
Yê li ber çemê li Xabûr e
Befrek tê kulîl hûr e
Şîrkêşa şîr hejandin
Defçîyan def dirandin
Berbûyan xwe xemilandin
De bidin me bûkîka me